Ziraw / Zawir
Endamêkî leşî mirove ke maddeyekî esîdî têdaye. Tekûzî leş le heris kirdinî xorak da em madde esîdîye bekar dehênêt ke pêy degutrêt zerdaw.
Ziraw le axawtinî rojaneyiş da be watay tirsî zor bekar dehênrêt. Nimûne: Bûmelêll bû, befrêkî estûr kewtibû, le nakaw gurgêk hate ser rêgam, her be carêk zirawm çû!
Ziraw le Lurrî da debête zele ya zehle. Ke watay xîret û biwêrî dedat. Wek dellên (zehlem nebî) wate xîretim nebû ya nemwêra. Herweha le Soranî da zehle û zîlk îş bekar dehênrêt wek dellên Zehlem çû! Zîlkim çû! Ya zîlkim rija! Wate zor zor tirsam. Bellam xwêndewarekan çunke le reg û rîşey nagen, le nûsîn da bekarî nahênin.
Zehle ya zele deşê hawrrîşe bê legell zere, zerde, zerdaw , ziraw û zawir.
No comments:
Post a Comment